westworld

 J. J. Abrams Bryan Burk Jonathan Nolan Lisa Joy

 n A

 2016


 amerîka

 îngîlîzî

 62

 dram nepenî honaka zanistî western

  (1970.01.01)

 xendekî (2017.12.06)

 rêzefîlmeka nû ya hbo ye, ku ji alîyê Jonathan nolan û jina wî Lisa Joy ve hatiye amadekirin, derhênerîya wê de ji bilî wan herduyan j. j. Abrams û Bryan Burk heye. rêzefîlmeka honaka zanistî ye. Anthony Hopkins tê de dilîze. heta niha sezoneka ji deh beşa hatiye kişandin.


westworld - Tirşik

westworld


. rêzefîlmeka nû ya hboyê ye. ji aliyê jonathan nolan û jina wî lisa joy ve ji bo hboyê hatiye amadekirin, di 2yê çirîya pêşîn a 2016ê derket ser tvyên Emerîkayê, pê re pê re li înternetê belav bû. ji fîlma michael crichton a di sala 1973ê hatiye derxistin. ji bilî nolan û joy derhêneriya rêzefîlmê ji hêla j. j. abrams û bryan burk ve tê kirin. heta niha sezonek hatiye kişandin, ku ji deh beşa pêk tê. rêzefîlmeka honaka zanistî ye. tê de anthony hopkins (ford), ed harris, (vbnr: evan rachel wood) (dolores), james marden û gelek kesên dilîzin. mijara rêzefîlmê: Ford û şirîkê xwe (arnold) hewl didin robotan çêkin, robot dibêjim lê eynî insan, dawîyê şirîkê wî ji vê karê xwe poşman dibe (li gor wî ev tiştên ku çêdikin dawiyê wê hişê wan jî wê hebe, mirovên normal wê wan ji bo zewq û keyfa xwe bikar bînin, wê zilmê li wan bikin) û hewl dide hemûyan îmha bike, xwe jî dide kuştin. lê ford nasekine. projeyê çêdikin parkek mezin, cîhanek nû, mirovên normal tên wê parkê bi robot-mirova re dilîzin, dikujin, tecawiz, dizî, talan, çi bixwazin, di xizmeta mirovên normal de. şîrketek mezin vî karî rê ve dibe, lê robot-mirov hêdî hêdî bi hişê xwe dihesin, hêdî hêdî serî hildidin.



Array. di nav rêzefîlmên ku heta niha min temaşekiriye de yê herî zêde bandora xwe li min kiriye ev e. ji ber fîlm hem meriv bi xwe ve dikşîne û hem jî ji aliyek ve jî di hişê meriv de pirsên ontolojîk diçin û tên. ez meraq dikim gelo fîlm bi dawî bû an jî wê sezoneke nû were neyê nizanim.






  • westworld0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 93.3
(imdb: 8.5)
pûanê bide fîlmê: