163
ceso (2017.02.09)
Star di nav jîna xwe ya belengaz de bi awayekî bêzarbûyî rastî Jack tê û ber bi bayê cazîbeya jack dikeve. Paşê bi Jack û hevalên wî re dikeve nava macerayeke bi kêf û ecêb.
. fîlmekî amerîkî ye ku cara yekem e em jîna wana rasteqîn qismen be jî dibînin, piştî ku min temaşe kir ev gotin ji devê min derket "êdî amerîkayî jî dikarin fîlmên normal çêbikin kolanên xwe yê paş nîşanê me bidin" bi rastî jî min pirr meraq dikir ku jîna wana normal çawa ye lewra heya îro me nedîtiye ku di van fîlmên wan de mirov çawa debara xwe dikin û dijîn bertekên wan çawa ne hwd. fîlm hinekî jî muzîkal e, bi xêra fîlm min çend muzîkên xweş kifş kir. pûana min jê re 8.5/10 e. temaşe bikin hun poşman nabin. |
|