162
endazer (2016.11.03)
li gorî çavkaniyên mezheba şîe behsa heta 13 saliya jiyana muhemed pêxember dike.
. fîlma nû ya derhênerê îranî, mecîd mecîdî ye, li gorî wîkîpedî û imdbê sala 2015an hatiye çêkirin lê li tirkiye û bakurê kurdistanê nû dikeve vîzyonê, fîlm behsa heta 13 saliya jiyana muhemed pêxember dike. min temaşe nekiriye lê min çend krîtîkên li ser fîlmê xwendin, ne sune ne jî şîe ji fîlmê razî nemane, heta dibêjin derhêner ji ber vê fîlma xwe li îranê belkî bê cizakirin. dîsa tê gotin, derhêner 7 salên xwe dane heta ev fîlm çêkiriye û eger xwudê emr bide wê hêj du fîlmên din jî çêke li ser jiyana mayî ya muhemed pêxember.
imdb 8.1 puan daye fîlmê, û ji bo fîlmê 40 milyon dolar hatiye mezaxtin.
vîdyoyê veke
|
|