127
azadixwaz (2016.01.26)
du dedektîfên cuda yek bi tecrube û yek nû dest bi dosyeyeke cinayetê dikin lê dû re derdikeve holê ku ev mesele ne tenê cinayetek e.
. filma brad pitt û morgan freeman têde dilîzin a sala 1995an e. filmeke baş a cureya dedektîfî ye. senaryo jî ne xerab e lê dawiya wê baş nehatiye honandin. ji imdbê 8,6 standiye. filmeke kevn e loma gorî standardên niha puana heqkirî dibe ku cuda be. min 79 dayê, li beşa filman. |
|
Array. flîmekî efsane yê david fincher e. bi çîroka xwe û lîstikvanên xwe gelek baş e.
karakterên sereke
flîm ji ser pişta du polîsa bi rê ve diçe; morgan freeman polîsê pîr brad pit yê ciwan e. morgan freeman pîr bûye, 7 roj maye malnişîn bibe, têra xwe dinya dîtîye, kuştin û qatil û dizî û xwîn û pîsîya dinyayê hemû dîtîye; ji ber wê dema jina wî halkî dibe dev jê diberde û dibêje ma mirov zaroka tîne vê dinyayê? û di serê flîmê de freeman dîsa li ser cinayetekî hatîye malekî û lêkolînê dike; jinê mêrê xwe kuştîye, freeman dev ji her tiştî berdaye û vê pirsê ji komserê xwe dike: "did the kid see it?" (zarokî dîtîye?)
li alîyê din polîsê ciwan he ye, brad pitt, hêj nû dest bi dedektîvîyê kirîye, zewicî û pirr hij jina xwe dike û bawerîya wî li dinyayê û xweşkirina dinyayê tê. flîm giştî li ser vê meselê disekine.
mekan
mekanên fîlmê jî li gor çîroka fîlmê tarî û kolanên vala û her û her barana boş. ev ekran bi mirov re nexweşîya herî xirab bêhêvîtîyê li mirov zêde dike. dema fîlm diqede mirov nikare xwe baş hîs bike.
kujer
kujer jî li gor xwe yê hatî hilbijartin e û li gor heft gunehên herî mirdar ên xiristîyanîyê 7 kesan dikuje:
-superbia (quretî, pozbilindî)
-Avaritia (çavbirçîtî)
-Luxuria (şehwetxwazî)
-Invidia (hesûdî, zikreşî)
-Gul (hûrfilitî, zikmezintî)
-Ira (hêrs)
-Acedia (tiralî)
derhêner dema van kesa bi destê kujerê me dide kuştin rûyê wan nîşanî me nake an jî çi kesek in nabêje; bi vê ji me re dibêje rûyê wan an jî navê wan ne girîng e, em in ev.
spoilerê veke
|
|
Array. (bnr: what is in the box?) |
|