bi saya hebek efsûnî ku dihêle mirov %100ê mejiyê xwe bi kar bîne, nivîskarek tengezar vediguhere sêrbazê fînansê. tabî di vê dinyaya bi talûke de divê baldar be.
fîlmeke sala 2011an e. min li beşa fîlman zêde kir. bnr: Here lînkê
di sala 2011an de min li ser malpera critickerê de 82 puan dane fîlmê. lê bi qasê tê bîra min fîlmek xweş bû. hêjayî temaşekirinê ye. tê de honaka zanistî tenê ji bo bingeha fîlmê heye weke din fîlmek aksiyonê ye.
nivîskarek ku hew dikare binivîse û loma êdî li ber krîza ekonomîk e, bi standina hebek-dermanekê êdî dikare %100ê mejiyê xwe bi kar bîne. tabî piştî vê karînê, jiyana wî ya têkçûyî vediguhere serkeftinên mezin ku bala herkesî dikişîne. her serkeftinek, têkçûna kesekî din e. loma êdî dijminên wî jî pir in.