meha avrêlê *“nîsan e, dew li kîsan e”
(navdêr, mê) avrêl, meha çarem (ji salnameya romî). Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: نيسانTevdeng însan nasîn. Bide ber: 1. rêbendan, reşemeh, adar, avrêl, gulan, pûşber, tîrmeh, gilavêj, rezber, kewçêr, sarmawaz, berfanbar 2. çile, sibat, adar, nîsan, gulan, hezîran, tîrmeh, tebax, îlon, cotmeh, mijdar, kanûn 3. rêbendan, reşemî, adar, avrêl, gulan, pûşber, tîrmeh, gelavêj, rezber, cotmeh, mijdar, berfanbar. ji: ji erebî نيسان jiarami yan jiibrani נסן (nisen) jiakadi nisennu (1. yekem meha salê bide ber kurdî newroz 2. nûber, berhemê nû yan yekem yê çandinê) jisumeri nisennu (1. yekem meha salê bide ber kurdî newroz 2. nûber, berhemê nû yan yekem yê çandinê). Hevwateya wê avrêl ji fransî avril e lê bi texmîna ku ew kurdîtir be anku ji av + rêl be gelek kes wê tercîh dikin lê ew peyv eslen ne di kurdiya di nav gel de heye û ne jî ji peyvên av + rêl hatiye çêkirin.. jê: nîsanî, nîsanok. Bi zaravayên kurdî: kelhûrî : cîznan, soranî: xakelêwe, hewramî : newrûz, lekî : pence
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.