cureyekî kulîlkan e *”bi nêrgizekê bihar nayê”
(navdêr, mê) nêrgiz: hin cûnên gulan in ku kulîlkên wan bi taybetî zer in, Nêrgiz: navek keçan e. Herwiha: nêrgis. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: نێرگزBinere. Herwiha: beybûn, çatir, firîz, heliz, hermel, hêro, nefel, rihan, sorgul, sosin. ji: jirojhilati û ya deverên Deryaya Navîn e jî û rêya belavbûna di navbera zimanên îranî û zimanê yûnanî de nayê zanîn ka kîjan ji wan ji yê din wergirtiye lê qeyda bi zimanê yûnanî kevntir e. Hevreha soranî نێرگز (nêrgiz), farisî نرگس (nergês), pehlewî nergis, yûnaniya kevn ναρκίσσος (narkîssos). نرجس (nercis) ya erebî, նարգիզ (nergiz) ya ermenî û nergis ya tirkî ji zimanên îranî hatine wergirtin. Narcissus ya latînî û inglîzî, narcisse ya fransî, Narzisse ya almanî, нарцисс (narçîss) ya rûsî, narciso ya spanî û formên din yên zimanên ewropî ji yûnanî ne. Peyva yûnanî herwiha navê xwe daye lehengê dastana Narkîsos û herwiha peyva narsîzmê jî.. jê: sosinî. Navê zanistî: Narcissus
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.