aviya ku ji binê erdê tê derxistin, jê ardûyên navgînan û alavên curecureyî tên çekirin; zêrê reş
(navdêr, mê) petrol, şileyek agirgir e ji bin erdê têt derxistin û paqijkirî wek benzînê jî têt Bikaranîn: nefta xav, nefta palaftî, Kerkûk bi neftê navdar e. kêlga neftê, lûla neftê, boriya neftê, keştiya neftbir, keştiya petrolkêş, qatê neftê, kana neftê, pîşesaziya neftê, petrolkêşî, petrolkêş. ji: hevreha farisî نفت (neft), hexamenişî nepte- (neft), avestayî nepte- (şil) jiakadi nepṭu ji nebaṭu (sotin, şewitîn). Ji zimanên îranî ketiye erebî wek نفط (neft) û yûnaniya kevn wek ναφθα yan ναφθος û jê belav bûye zimanên din jî yên ewropî, wek inglîzî naphtha û fransî naphta.. jê: neftdar, neftdarî, neftkar, neftkarî, neftkêş, neftkêşî
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.