Wateya bi Kurmancî ya peyva meşk

meşk


eyarê ku tê de mastî dikilînin û dikên
(navdêr, mê) kil, postê sewalan yê ku şîr tê de tê kan/kilandin anku şilqandin daku nîvişk bi ser bikeve.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: مه‌شک.
Bide ber: meşq mişk. Têkilî: himban kune.
Bikaranîn: Lêker: meşk kan meşk kilandin Navdêr: meşkkan meşkkilandin.
ji: hevreha soranî مه‌شک (meşk) û مه‌شکه (meşke), kurdiya başûrî meşke, farisî مشک (meşk), pehlewî meşk, hexamenişî ???? (meşka-), tirkiya osmanî مشك (meşk), ermeniya kevn մաշկ (maşk), yûnaniya kevn μέσκος (méskos), yûnaniya kapadokî μάσκι (máski), gurciya kevn მაშკი (maşki)... hemû jiarami ܡܫܟܐ (mêşka), hevreha erebî مسك (mesk), îbrî משך (meşek), akadî ? (mašku KUŠ), misriya kevn msk3... ji proto-afroasyayî masak-..
: meşkî meşko meşkvan meşkvanî zikmeşk zikmeşkî


ji aliyê xendekî ve di 2016-04-12 19:33 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci
Şîroveyên derbarê peyvê de (0 heb)
Peyvê û wateya wê şîrove bike, mînakan bide