1. muhacir 2. kesê ku ne şêniyê tu cihî ye *ava çeman xwişexwiş e, koçer nabêjin: 'dewê min tirş e'
(navdêr) koçer: revend, hozên anku eşîrên yan êlên bi berdewamî li eynî derê najîn (bi taybetî yên ku havînan li zozanan û zivistanan li deştan diborînin), Koçer: eşîrek e, Koçer: navek e. Herwiha: koçir. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: کۆچهر. Bide ber: koçber. ji: hevreha farisî کوچگر (kûçger), ermenî քոչվոր (koçvor), rûsî кочевник (kočévnik), hemû jitirki yan zimanekê din yê tirkîkî, bi tirkiya kevn köçer (gerrok, koçker) ji köç- (koç kirin, mal bar kirin), bi tirkiya niha göç (koç, koçberî, derbiderî, awaretî), göçmek (koç kirin). Ji eynî rehî: koç, koça dawî.. Bikaranîn: Lêker: koçer bûn, koçer kirin. Navdêr: koçerbûn, koçerkirin Rengdêr: koçerbûyî, koçerkirî. jê: koçerî, koçerîtî, koçertî
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.