Wateya bi Kurmancî ya peyva bizin

bizin


sewaleke malê ya ku ji bo şîr, goşt û mûyê wê tê xwedîkirin *"heke bizinê têr xwar, qiloçên xwe li kendalan dide"
(navdêr, mê) ajelek kedî ya guhandar û têr-mû ye.
Herwiha: bizn....
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: بزن, ku-kr: бьзьн. Cûnên bizin û mihan, hoş, poş: bizna têkde reş û guhboz. hemis, himbis: bizna reşa navçav û alekên wê gîxên spî yan sorekî vekirî pêde hatîn û binzik û dehmen spî yan sor. hemdanî: cûnekî pezîye: cûne pezekî guhdirêj û guhpan û hirîkurt û dûngşor e. , çûrr, çûr:cûne bizneka hûr û têrşîr û mûxelek e, mûyê wê merez e, şel û şepik jê diêne çêkirin. çal: bizna hemû leşê wê reş, tenê enîya wê pinîyeka spî lê.. kerîs, kurrîs: miha guhên wê qut û kurtik. kewîs, kewîsar, kewîser: miha leşê wê spî û navçav zîwanî pinîyên reş yan sor lê û guhên wê boz. Gelek cûn jê hene, riser: riser:miha rengê navçavan di navbera reş û qehweyî de yan bi ser reşekî xwelîkî ve.. tebeş: Miha navçav û ser û guh pêk ve reng xwelîkî..
Têkildar: nêrî, karik, gîsk, kerî, sewal, terş, tewal, tiştîr/tiştûr.
Bide ber: mih, mî Zayend: Bizin bi maneya ajelek kedî ya mê peyvek zayendmê ye: bizina me, bizineke spî... Lê ew herwiha wek peyvek zayendnêr jî tê
Bikaranîn: Biz(i)nê me li çolê diçere. Li vê derê ew bi maneya terş e anku hem bizin û hem jî nêrî..
ji: Ji Proto-hindûewropî bʰug- (bi kurdî + -in), têkildarî bize ya zazakî, bûze ya avestayî, bûc ya pehlewî, بز (buz) ya farisî, բուծ (bûç: karik) ya ermeniya kevn, बुख (buxe) ya sanskrîtî, inglîziya kevn buc/bucca (nêrî), inglîziya nû buck (heywanê nêr)... Proto-hindûewropî: bhug- (heywanê nêr, nêrî) + -in, Proto-aryayî: Avestayî: bûze- (bizin) Middle Persian: bûc- (bizin) Farisî: buz (bizin) Kurdî: bizin (bizin) Zazakî: bize (bizin), bizêk (karik) Belûçî: bûz- (bizin) enk: bucca (nêrî) Înglîzî: buck (heywanê nêr) ...Çavkanî: Horn p.49, Watkins p.13, Etymonline Pokorny: 174.
: bizinkûvî, bizinmişk. Navê zanistî: Capra hircus


ji aliyê ve di 2015-01-02 17:44 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci
Şîroveyên derbarê peyvê de (0 heb)
Peyvê û wateya wê şîrove bike, mînakan bide