Wateya bi Kurmancî ya peyva biyokîmya

biyokîmya


(navdêr, mê) zanista ku lêkolînan li ser hemû tiştên molekulên jîndaran û pêkhatin û guherrîna wan dike dike.
Têkildar: bîokîmya. Şaxên biyolojiyê: ajelnasî anatomî biyokîmya biyoteknolojî botanîka briyolojî dîtaneya peresanî dermannasî deryanasî embriyolojî fiziyolojî genetîka jehrnasî krîptozoolojî leşnasî mîkolojî mîkrobiyolojî onkolojî şaniknasî sîtolojî.
Têkildar: biyokîmyawî biyokîmîst kîmyaya organîk.
ji wêjeyê: Hewceyê dubarekirinê nîne ku serhildana dawî ya Bakur têkçûye, ketiye bin fermana dijmin û hatiye guhertin. Gelê Bakur ji dil ve birîndar bûye, ketiye tengezariya ku di hinavê xwe de baweriyê jî dihewîne. Dem pêwîst e jê re, daku ji nû ve xwe vejîne. Me dijmin berdaye lê ew bi me bernade. Bi rêxistina me avakiribû, bi me re şer dike. Helbet em hemî jî dizanin, dijminên Kurd û Kurdistanê di hemî eniyên şer de bi me re cengê dikin. Ji bikaranîna saroxan heya rizandina sinc û estetîkê, ji şerê psîkolojîk heya tunekirina ajalên avî yên Kurdistanê, bi hemî alav û rêbazan li ber pozê me sekiniye, li mejiyê me dixe. Dijmin ketiye nav me û me berra hevûdu dide. Nirxên pîroz ên Kurdewariyê guftûgo dike, di şikê de dihêle û hêdî hêdî dixwaze ji holê rabike. Dijmin dixwaze Kurd bêî nirx, bêî bawerî, bêî armanc bimînin. Metodên zanistiyê bi kar tînin. Ji kognîtîv psîkolojiyê bigire heya civaknasiya koman, ji sîbernetîkê bigire heya biyokîmyayê ji tevayî cîhana zanistiyê sûdê werdigire û li dijî me dixebitîne..
ji: biyo- + kîmya


ji aliyê ve di 2016-04-23 19:31 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci
Şîroveyên derbarê peyvê de (0 heb)
Peyvê û wateya wê şîrove bike, mînakan bide