(navdêr, mê) tûtina toz ya ku mirov hildikêşin difina/pozê xwe yan jî dike di ber pidûyên xwe re û paşî diavêje. Herwiha: birnît burnît burnût. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: بڕنووت. Bide ber: barût. ji: hevreha sirbo-xirwatî burnut, makedonî бурмут (búrmut), mecarî burnót, gurcî ბურნუთი (burnut’i), hemû jitirki, bi tirkiya osmanî بورون اوتو, bi tirkiya niha burun otu ji burun (poz, difin) + ot (giya). Hêjayî gotinê ye ku di tirkî bi xwe de niha enfiye ya esil-erebî (ji انف /enf: poz, difin, kepî) serdesttir e.. jê: birnûtî birnûtkêş birnûtkêşî
tarafindan 2016-04-23 19:31 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.