Wateya bi Kurmancî ya peyva birinc

birinc


cureyekî zadê ku li cihên avî hêşîn dibe *"erd birinc be jî, av rûn be jî, heke xwedî tunebe zû diqede"
1. riwekek û xwarina jê (navdêr) riz, çeltûk, riwekek danî ye ku bo xwarinê têt bikaranîn (bi taybetî girar jê têt çêkirin û dema kelandî bi gelemperî spî ye).
Herwiha: bîrinc, brinc.
Bi alfabeyên din: kurdî-erebî: برنج Zayend: Wek riwek nêr lê wek girar mê ye..
Bide ber: savar.
Têkildar: mebred, sûxar.
ji: jisanskriti व्रीहि (vrihi), têkildarî brizi ya farisiya kevn (برنج, birinc ya farisiya nû), wrijê ya peştûyî û ὄρυζον ya yewnanî, riso ya îtalî, ris ya frencî, Reis ya elmanî û rice ya inglîzî.Peyva birinc/riz ji Hindistanê li dinyayê belav bûye. Hem birinc û hem jî riz wek peyv ji wê derê hatine girtin. Rêya belavbûnê bi ihtimaleke mezin bo herdu peyvan û herwiha peyva inglîzî û peyvên din yên ewropî wiha ye: - BIRINC: Başûrê Hindistanê (bi zimanê tamiliya kevn arici > Bakurê Hindistanê (bi sanskrîtî vrihi) > Ecemistan (farisiya kevn brizi, farisiya nû birinc > Kurdistan (kurdî birinc) > Tirkiye (tirkiya niha pirinç). Zêdebûna dengê n li peyvan diyardeyeke nas ya kurdî/farisî ye: tac > tanc, çok > çong...- RIZ: Başûrê Hindistanê (bi zimanê tamiliya kevn arici) > Erebistan (eruz > ruz) > Kurdistan riz.- RICE ya inglîzî û peyvên din yên ewropî: Başûrê Hindistanê (bi zimanê tamiliya kevn arici) > Erebistan (eruz) > Yûnanistan oruza) > latînî oryza > îtalî riso > fransî riz > inglîzî rice.Çend çavkanî: - http://www.scribd.com/doc/29704114/Etymology-of-Vrihi-Rice - http://fr.wiktionary.org/wiki/riz.
: birincî


ji aliyê ve di 2015-01-02 17:44 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci
Şîroveyên derbarê peyvê de (0 heb)
Peyvê û wateya wê şîrove bike, mînakan bide