Wateya bi Kurmancî ya peyva biraştin

biraştin


(lêker)(navdêr, mê) li ser agirî (lê ne di avê yan rûnî de) germ kirin daku êdî xav nemîne, Li ser sêlekê yan amûrek din germ kirina goşt. Ev germkirin ne di nav rûn û ne jî di nav avê de tê kirin, tenê li ser sacekî tê kirin, Biraştin:sor kirin, biriştin:sor bûn. Ev herdu lêker ne yek in wateyên wan yek bin jî vatiniyên wan di hevokê de ne yekin. Biraştin lêkerek guhêzbar e, lewre biriştin lêkerek neguhêzbar e.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: براشتن.
Herwiha: birjantin, birajtin, birijandin, biriştin, birjandin, brajtin, braştin, brijandin. Tewîn: Lêker: -birêj-.
Têkildar: birijîn.
Bide ber: kelandin, kizirandin, qelandin.
ji: Hevkoka braten ya elmanî, rotir ya frensî û roast ya inglîzî, φρύγειν ya yewnaniya kevnar in, hemî ji koka bher- ya Proto-hindûewropî ne ku herwiha serekaniya birin ya kurmancî ye..
: biraştî, -birêj, -birêjî, birêjer, birêjerî


ji aliyê ve di 2016-04-23 19:31 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci
Şîroveyên derbarê peyvê de (0 heb)
Peyvê û wateya wê şîrove bike, mînakan bide