(navdêr) kesên hev dinasin û têkiliyên baş li gel hev hene û ji hev hez dikin (bi taybetî zelam), kesê wek bira; kesê ji der hatiye û wek bira nêzik e, kurrê dêbavên kesekê/î, lawê deybabên kesekê/î: Ew biraderê min e. (Dêbavên min û wî yek in.), kurrê ji dayika yan ji bavê kesekê/î, peyvek rêzgir e bo her zelamê basa wî tê kirin: Biraderek li te dipirsî, nizanim kî bû.. Herwiha: bira, bra, brader. Hevwate: heval, dost, hevrê, yar. Dijwate: dijmin, neyar. Bide ber: lêzim, nas, xizm. ji: ji farisî برادر (birader: bira) ku hevreha bira ya kurdî ye. Bo ketina -(d)er ji kurdî bide ber dotmam (farisî: doxter), ma-k (farisî: mader), xweh (farisî: xvaher), zazakî pîbab (farisî: pider). jê: biraderî
tarafindan 2016-04-23 19:31 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.