Wateya bi Kurmancî ya peyva binefş

binefş


cureyekî gulan e
(navdêr, mê) binefş: gulek rengîn e û bi gelemperî rengê kulîlkên wê mor anku binefşî ne, Binefş: navek jinan e, Binefşa Narîn: evîndara Cembelî di dastana Cembeliyê Hekarî de.
Herwiha: benefş, benevş, binevş.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: بنه‌فش.
: binefşî, binefşîtî.
Bi zaravayên kurdî: hewramî: wenewşe, kurmancî: binefş, soranî: binewşe, benewşe, zazakî: ?.
ji: Hevreha binewşe û benewşe yên soranî, wenewşe ya hewramî, بنفشه (benefşê) ya farisî, venevşek ya pehlewî, avestayî vene-vexşe- ji vexşe- (şîn bûn, gihiştin) ji Proto-hindûewropî h₂ewg- (şîn bûn) ku herwiha serekaniya աճեմ (açêm) ya ermeniya kevn, αὐξάνω (aûksano) ya yûnaniya kevn, ageo ya latînî wax ya inglîzî öka ya swêdî, áugti ya lîtwanî ye. بنفسج (benefsec) ya erebî, menekşe ya tirkî, մանիշակ (menişek) ya ermenî û ܡܢܝܫܟܐ (minîşka) ya siryanî ji zimanên îranî hatine wergirtin. Heman peyva îranî vexş- (şîn bûn, gihiştin) serekaniya peyva wehş e ku bi rêya erebî û bi kirasê erebî li zimanên îranî vegeriye.


ji aliyê ve di 2015-01-02 17:44 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci
Şîroveyên derbarê peyvê de (0 heb)
Peyvê û wateya wê şîrove bike, mînakan bide