(rengdêr) kesê/a an tiştê ku bingeheke xwe ya xurt, zexm û teqez heye. Hevwate: bibingeh bibinyad. ji wêjeyê: Herî pêşîn sertacê lîteratûra kurdî, binyat û binaxedarê bîr û bawera kurdewarî, kurdperwerî û wetenperweriya serxwebûna kurd û Kurdistanê, şayîrê kurd ê mezin û bi nav û deng Ahmedê Xanî di “Mem û Zîn”a xweda nivîsîye, ku berî wî şayîr û nivîskarên kurdan hebûne, lê navên wan ji bîr kirinê, çimkî kesek tune bûye navê wan ji bîr wîne û binivîse, ku kurd jî xudanê şayir û nivîskaran bûne , ku şayîrên wan jî hebûne. Derheqê vê yekêda Ahmedê xanî ev rêzên jêrîn de “Mem û Zîn”a xweda nivîsîne: Ger dê hebûwa me jî xudanek, Alî keremek, letîf danek,U’lm û huner û kemal û ezan.. ji: binaxe+ -dar. jê: binaxedarî
ji aliyê ve di 2016-04-23 19:31 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci