1. xeta, sûc, sebeb, sedem (navdêr)bi gelemperî pirrjimar e, tişta ji ber wê tiştek bûye yan qewimiye (bi taybetî tiştek xirab): Ev şerr binasên kê ne? (Kî ye wa kiriye ku ev şerr peyda bibe?). Hevwate: xeta xeletî eger sebeb sedem sûc. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: بناس. Nêzîk: tawan. Bide ber: bihane hêcet. ji: Ji Proto-hindûewropî binek- (mirin, merg, wefat; jidestdan, windakirin), Proto-aryayî nas- (winda bûn; ruxîn) > wi-nas- (pûç bûn, xirab bûn), hevreha avestayî vi-nas-, farisiya kevn vi-ney (ziyan, zerer), farisî گناه (gunah > guneh), latînî nex, necis (mirin, merg), noceo (ziyan), nocere (ziyan lê kirin), yûnanî νεκρός (nékros: cenaze, term, kelex). vnas ya ermenî ji kurdî yan zimanekî din yê îranî hatiye deynkirin.. ji wêjeyê: Qencî û xirabî di siriştê mirovî de ne, bextiyarî û bextreşî di destê felekê de ne.Wan neke binasên Xwedê: hiş dibêje kuXwedê hezarcarî ji te bêçaretir e.
ji aliyê ve di 2016-04-23 19:31 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci