Wateya bi Kurmancî ya peyva bilûr

bilûr


alava dengjeniyê ya ku bi pifkirinê tê lêxistin *"bilûra li ber gê ye, çiraya li ber kûreyê ye"
1. alavek muzîkê (navdêr, mê) ney, fîq, şimşal, alavek muzîkê ye mirov dike di devê xwe de û pif dikiyê û tilên xwe li ser kunikên wê dilivîne daku awazên cuda-cuda jê derbikevin.
Herwiha: bilûl, bilîr, bilîl, bilwîl, bilwîr, blîl, blîr, blûl, blûr, bulûr, bulîr, bulwîr, bulûl, bulîl, bulwîl.
Bi alfabeyên din: kurdî-erebî: بلوور. Nêzîk: zirna saksofon.
Bide ber: biziq, keman, od, piyano, saz, tembûr.
ji: Ji Proto-hindûewropî bhle- (pif kirin, ba berdanê), hevreha flo (pif kirin, pif dan) ya latînî, blow (pif kirin) ya inglîzî, souffler ya frensî (ji sufflare ya latînî ji sub- + flare ji flo), blähen (pif kirin) ya elmanî. Flute (bilûr) ya frensî û inglîzî û peyvên nêzîkî wê di zimanên din yên ewropî de jî ji peyva flare ya latînî ne ku ew bi xwe jî ji bhle- ya Proto-hindûewropî ye. Ev heman peyv serekaniya balguh ya kurdî ye ku hevreha بالش (baliş) ya farisî, beriziş ya avestayî, болозно ya rusî, blazina ya slovenî, Balg ya elmanî, բարձ ya ermenî ye. Bilandin/belandin di peyva dabilandin de jî ji vî rehî ye..
ji wêjeyê: Bilûra min a şîrîn tu di sariya sibehê û hingûra êvarê de hevalê bêhevalan, destbirayê şivan û dilketiyan î. Dengê te hêstirên dilên xemgîran, silava ji hev-veqetiyan, girîn û zarîna dilketiyan tîne bîra min. bilûra min tu î, xemrevîna terkeserên dinyayê!....
: bilûrvan, bilûrvanî.
Bi zaravayên kurdî: Kurmancî: bilûr, Kurdî (Soranî): bilwêr, Kurdiya başûr: Lekî: Hewramî: Zazakî:


ji aliyê ve di 2015-01-02 17:44 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci
Şîroveyên derbarê peyvê de (0 heb)
Peyvê û wateya wê şîrove bike, mînakan bide