Wateya bi Kurmancî ya peyva bilind

bilind


1. berz, ber bi jor ve dirêj 2. quloz
(rengdêr) berz, bala, ne nizm, ji erdê ber bi esmanan dirêj: Ev avahî 80 metre bilind e. ji erdê dûr û ber bi esmanan: Firrokeya me carinan 10 km bilind difirrî..
Herwiha: blind.
Dijwate: nizm.
Bikaranîn: Lêker: bilind bûn, bilind kirin, bilind girtin. Navdêr: bilindbûn, bilindkirin, bilindgirtin Rengdêr: bilindbûyî, bilindkirî.
ji: Ji Proto-hindûewropî bʰərgʰ- (bilind), bi sanskrîtî brh(+ent), bi avestayî berez(+ent), bi farsiya kevin berd(+ent), bi pehlewî bulend, bi farisî bolend, bi belûçî ääburz, bi zazakî û soranî berz, bi almanî Berg (çiya). Têkildarî peyva birc ya ku ji zimanekî hindûewropî ketiye erebî û paşî li kurdî vegeriye.Proto-hindûewropî bhergh- (berz) Proto-aryayî ra barz- (berz) Avar: brzent- (berz) Pûnjabî: burz (bilind, berz), sogdî: barzy (bilind, berz) Farisî: buland (bilind, berz), bilind (bilind, berz), berz (bilind, berz) Zazakî: berz (bilind, berz) Belûçî: burz (bilind, berz) Talîşî: barz (bilind) Osetî: baerzont (bilind) ...Sanskrîtî: bhrant- (bilind) Ermenî: berj- (bilind) Yewnanî: purgos (kelh) Latînî: burgus (kelh), fortis (asêgeh) Almanî: Berg (çiya) Înglîzî: borough (kelh) ....
: bilindahî, bilindatî, bilindayî, bilindî, bilindîtî, bilindker, bilindtî


ji aliyê ve di 2015-01-02 17:44 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci
Şîroveyên derbarê peyvê de (0 heb)
Peyvê û wateya wê şîrove bike, mînakan bide