Wateya bi Kurmancî ya peyva bila

bila


peyveke ku carinan xwestekekê û carinan jî karekî bilanî rave dike -bila be xem nake, tiştek nake -bila bibêjin xençera Xaço heye ji bo quretiyê tiştek bi xwe re gerandin -bila were heke dikare hatina wî çêtir e -bila çavê min te nebîne cardin dernekeve pêşberî min
(hoker) dibe ku, destûr heye ku, rê heye ku: Bila ew jî were. bi kesekê/î bibêjin ku divê, gerek, lazim e ku ew tiştek bike: Bila hespê xwe li wir nesekinîne! , okey, baş e, temam: - Zû were! - Bila..
Herwiha: ba bela bera bira.
Bide ber: belê.
ji: wate 1 û 2 ji tewandina lêkera hêştin ,bihêle ,an ((bêle)) wate 3 ji erebî بلى (bela: belê, erê), hevreha belê ya kurmancî, بله (belê) ya farisî û soranî به‌ڵێ (bełê) û herwiha serekaniya peyva lebê (bi metatezê).
: bilanî


ji aliyê ve di 2015-01-02 17:44 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci
Şîroveyên derbarê peyvê de (0 heb)
Peyvê û wateya wê şîrove bike, mînakan bide