Wateya bi Kurmancî ya peyva bila mirov bi xwe xwedî rûmet be ne di bin siya yê bi rûmet de be

bila mirov bi xwe xwedî rûmet be ne di bin siya yê bi rûmet de be


gotina pêşiyan mirovên xwedî rûmet teqez tiştekî hêja kirine an tiştekî ku di nava civakê de hêja tê dîtin kirine lewma bi rûmetxuya dibin.lê hinek hene ku xwe wiha xuya dikin lê bi saya hinekî din.dema ku ap an xalê yekî bi rûmet be û ewjî bi vê yekê xwe bipesinîne wekî ji xwe re jî parê derxe wê demê divê eyb bê dîtin lewre rûmeta bavê wî an xalêwî ji wan re ye.heke xalê mirov apê mirov an jî bavê mirov baş be di nava civakê de baş bê dîtin nayê wêwateyê ku mirov jî dê mîsoger baş be.divê mirov bi xwe baş be da ku hinek ji mirov re nebêje vaya xwarziyêfilankes e.dema wiha bibêje ew paye ne ji mirov re ye ji xalê mirov re ye.

ji aliyê ve di 2016-04-23 19:31 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci
Şîroveyên derbarê peyvê de (0 heb)
Peyvê û wateya wê şîrove bike, mînakan bide