Wateya bi Kurmancî ya peyva bijîşk

bijîşk


tebîb, hekîm
(navdêr) nijdar, hekîm, doktor, tebîb, luqman, pispora/ê nesaxiyan, kesa/ê nesaxan sax dike, şarezaya/yê nexweşiyan, kesa/ê nexweşan derman dike, cebar.
Herwiha: bizîşk, pijîşk, pizîşk.
ji: Bi avestayî ”beêşeze”, bi Sanskrîtî ”भिषज्/bhişac” (kesê qencker, dermanê pakkirinê). Di farisiya navîn da bêjîşk, bzîşk, bi farisîya niha ”پزشک/пизишк/pizişk” (doktor, qencker). Di ermenkî da bûye ”բժիշկ/bjîşk”. (Têmûrê Xelîl: Gotinên kurdî-îranî di ermenkî da, Nefel.com, 11/2008). Ji Proto-hindûewropî bhAd- (baş) ji Durxaneya Cellikanî: Ev peyv peyveke gelek sosrete ku hê jî di kurdî de jiyana xwe berdewam dike. Bir rastî ev agahdariyên jor rast in lê kêm in. bijîjk nav e û ji lêkera `bijîn`ê tê. lêkera bijîn hê di kurdiya me de cih digirt û min ji diya xwe a cennetî bihîst ku wê derbarê birînan da wisa digot `` lawo bi kula xwe melize daku zu bibije``.Dewre ev lêker binema `bijijîn` e belam bilêvkirina wê gelekî dijwar e. Bona wê bi kurtî dibêjin `bijîn`. Peyva `bijûn` teşeyeke ji wê ye û di raweya `azmûn`,`parzûn`,`nixûn` hwd. de ye. Weç e ku em siviyandina vê peyva giranbiha û wek durên birûsonek bifirehînin,daku ji windabûnê xilas be..
Bikaranîn: Lêker: bijîşk bûn, bijîşk kirin. Navdêr: bijîşkbûn, bijîşkkirin Rengdêr: bijîşkbûyî, bijîşkkirî.
: bizîşkî


ji aliyê ve di 2015-01-02 17:44 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci
Şîroveyên derbarê peyvê de (0 heb)
Peyvê û wateya wê şîrove bike, mînakan bide