Wateya bi Kurmancî ya peyva bijêre

bijêre


(navdêr, mê) alternatîf, vebijark, hilbijark, bijark, çend tiştên heyî yên ku mirov dikare yekê jê bibijêre, rewşa ku tê de gengaz e mirov ji du yan zêdetir tiştan yekê bibijêre yan bike.
ji wêjeyê: Hinek rewşenbîrên nerîtî yên kurd îdîa dikin ko divêt ji van pênc variyantan zimanekê yekgirtî bihête afirandin. Ji bo vê yekê tenê du prose muyeser in; yek jinûveavakirina zimanê “proto-kurdî“, berî ko kurdî bi ser zarave/zimanên ciyawaz de hate dabeşkirin, ya din berzkirina yek ji van variyantan bo astê zimanê neteweyî ko dibe zimanekê sûpralokal. Bijêreya yekem dê bibe egerê afirandina kurdiyeka şeşem, ko piraniya kurdan dê neşên jê têbigihên. Bijêreya duyem ew e, ko nasyonalîstan li gelek welatên din hilbijartiye..
ji: bijartin.
: bijêreyî


ji aliyê ve di 2016-04-23 19:31 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci
Şîroveyên derbarê peyvê de (0 heb)
Peyvê û wateya wê şîrove bike, mînakan bide