perikên çavan
(navdêr)bi gelemperî pirrjimar, mûyên bi perdeyên çavan ve. Herwiha: bijank, bijûlank, mijang, mijank, mijîlang, mijîlank, mijûlang, mijûlank, mijwîlang, mijwîlank. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: بژانگ. Bide ber: birû, cênîk, rêv, rih, simêl. ji: Ji Proto-hindûewropî meigh-/meik- (çirisîn - ji ber ku mûyên bijangan tiştan li ber çavên mirovan diçirisînin), Proto-aryayî mej-, hevreha pehlewî mij(eg), farisî مژه (mojê; pirrjimar: mojegan), soranî برژانگ/birjang Çavkanî: Chyet
ji aliyê ve di 2015-01-02 17:44 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci