(lêker)(navdêr, mê) guh lê bûn, bi guhan pê hesîn, (dengek) hatin guhî, bi ber guhî ketin, ketin ber guhî, bi guhên xwe hay/aga jê bûn, hest pê kirin, pê hesîn. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: بهیستن. Herwiha: bîstin bihîztin bîztin. Tewîn: -bîz-/-bîs-/-bê-/-bihîz-. Peyvên Têkildar: guh dan guhdarî kirin. Bide ber: dîtin pê hesînBi Zaravayên zazakî : eşnawitene, hewramî : eşneway, şêxbizinî : êjneftin, soranî : bîstin. ji: Ji Proto-hindûewropî bʰeudʰ (haydar bûn/kirin), Proto-aryayî beud- (pê hesîn), hevreha avestayî beod- > būyisiye. Ihtimal e ku -ist- qertafeke lêkerên pasîv bû, bide ber kurdî nivistin û farisî danisten (zanîn). Bi soranî bîstin.
tarafindan 2016-04-23 19:31 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.