Wateya bi Kurmancî ya peyva biheşt

biheşt


(navdêr, mê) cenet, cihê pirr xweş yê tê bawerkirin ku jîngeha mirovên qenc e piştî ew bimirin, her cihê pirr xweş: Kurdistan biheşta ser dinyayê ye.
Herwiha: beheşt, behişt, behuşt, behûşt, bihişt, behuşt, bihuşt, bihûşt, buhuşt, buhûşt, beĥeşt, beĥişt, beĥuşt, beĥûşt, biĥeşt, biĥişt, biĥuşt, biĥûşt, buĥeşt, buĥişt, buĥuşt, buĥûşt.
Hevwate: cenet, îrem.
Dijwate: dûjeh, dozex, cehnem.
ji: Ji Proto-hindûewropî ṷesu- baştir) > îraniya kevn vehişte-axv, avestayî vêhu-/vohu (baş) > vehya (baştir) > vehişto (baştirîn), vehişte-eyhu (baştirîn dinya/jiyan) > pehlewî vehişt > kurdî/farisî beheşt..
: biheştane, biheştî, gorrbiheşt, masiyên biheştê (Macropodus viridiauratus), teyrikên biheştê (Paradisea apoda)


ji aliyê ve di 2016-04-23 19:31 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci
Şîroveyên derbarê peyvê de (0 heb)
Peyvê û wateya wê şîrove bike, mînakan bide