demsala vehelîna berfê û destpêka hêşînahiyê *"heta peyv neyê karê, yek naçe biharê"
(navdêr, mê) demsala piştî zivistanê û berî havîn,demsala ku seqa germ dibe, demsala ji adarê û avrêlê û gulanê pêkhatî. Bi alfabeyên din: kurdî-erebî: بهار. Herwiha: bahar, behar, buhar. Bide ber: daçek. Bi zaravayên kurdî: hewramî: wehar, kurmancî: bihar, bahar, behar, buhar, soranî: behar, bihar, buhar, zazakî: wesar, usar. ji: Ji Proto-hindûewropî vesar < vesr̥, hevreha behar ya soranî, wesar ya zazakî, vehere ya avestayî, vehar ya pehlewî, behar ya farisî, वसन्त (vesenta: bihar) û वसर् (veser: spêde, sibe) yên sanskrîtî, գարուն (garun) ya ermenî, έαρ (êar: bihar) ya yûnanî, весна (vêsna: bihar) ya rusî, vēr ya latînî, vår ya danmarkî, norwecî û swêdî... Peyvên tirkî ilkbahar (bihar) û sonbahar (payiz) ji zimanekî îranî hatine deynkirin û ilk (pêşîn) û son (dawîn) yên tirkî lê hatine zêdekirin.Proto-hindûewropî vesar < vesr̥, Proto-aryayî: Avestayî: vehere Middle Persian: vehar Farisî: behar Mazanderani: vesar (ava hênik) Talişî: avasor (bihar) Tatî: vesar (bihar) ... Kurmancî: bihar Kurdî (Soranî): behar, hewramî: wehar, feylî\kelhurî: wehar Zazakî: wesar Çavkanî: Ludwig p.177, Mehdi Mir-Sadeqi 326
ji aliyê ve di 2015-01-02 17:44 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci