Wateya bi Kurmancî ya peyva bi ser ketin

bi ser ketin


(navdêr, mê) bo lêkerê binere: biserketin, gihiştin encama têt hêvîkirin, karîn daxwazên xwe bi cih bîne, gihiştin serê derekê yan tiştekê/î.
Herwiha: bi ser keftin, bi ser kevtin, bi ser kewtin, ser ketin, ser keftin, ser kevtin, ser kewtin.
Dijwate: dorandin, têk çûn, xusirîn.
ji: bi + ser + ketin.
: biserketî, biserkev, biserkevî.
Bi zaravayên kurdî: Kurmancî: bi ser ketin Zazakî: a ser kewtene





þêx ubeydullah rabû, wî jî ji bo avakirina kurdistanekê xebatek mezin kir, lê pişt re kurd bi hev ketin, osmanî bi ser ketin.
Compûtera ber dilê min - Mahmûd LEWENDÎ

yekê tebaxê ye, ev meha rûreş û germ meha ku tê de par şerê cîhanê rawestîya û rûs û emerîka bi ser ketin û dunya li hev par vekirin!!
Mijabad - Jan DOST

lê bi dek û dolabên tirkan, eşîrên kurdan bi hev ketin, tirk bi ser ketin.
Compûtera ber dilê min - Mahmûd LEWENDÎ

lê pişt re ji ber hin pirsên hûrik-mûrik kurd bi hev ketin û melleyên îranê bi ser ketin.
Compûtera ber dilê min - Mahmûd LEWENDÎ

lê pişt re kurd ji hev ketin û tirk bi ser ketin.
Compûtera ber dilê min - Mahmûd LEWENDÎ

mele mistefa barzanî rabû, kurdistana iraqê giş di bin hukmê wî de bû, lê bi dek û dolabên þahê îranê û erebên iraqê, kurd dîsa bi bin ketin û ereb û faris bi ser ketin.
Compûtera ber dilê min - Mahmûd LEWENDÎ

îsmaîl axa simko rabû, nîvê kurdistana îranê û heta kurdistana tirkîyê di pratîkê de di bin kontrola wî de bû, lê bi dek û dolabên dijmin kurd bi hev ketin û faris bi ser ketin.
Compûtera ber dilê min - Mahmûd LEWENDÎ

serokê tirkan yê nû mistefa kemal û hevalên wî ku li pey dewleteke nû ne, bi ser ketine.
Siya Evînê - Mehmet UZUN

lê dîsa bi dek û dolabên dijmin yekîtîya kurdan belav bû, kurd bin ketin, faris bi ser ketin.
Compûtera ber dilê min - Mahmûd LEWENDÎ

ji aliyê ve di 2016-04-23 19:31 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci
Şîroveyên derbarê peyvê de (0 heb)
Peyvê û wateya wê şîrove bike, mînakan bide