1. xebitandin, şixulandin 2. kelk jê wergirtin
biwêj(lêker) kar pê kirin, xebitandin, şuxilandin, şol pê kirin, îş pê kirin. Herwiha: bi kar hanîn, bi kar hînan, bi kar înan, bi kar hênan, kar anîn, kar înan, bi kar birin, kar birin. Navdêr: bikaranîn, bikarhanîn, bikarênan, bikarhênan, bikarînan, bikarhînan. ji: bi + kar + anîn. Berevajî ku hin kes bawer dikin, bi kar anîn (wek navdêr: bikaranîn) ne wergera kullanmaka tirkî ye. Bikaranîn li hemû deverên Kurdistanê di kurmancî de heye (di behdînî de wek bi kar înan ji ber ku li cihê anîna istisnayî, înana regezî di wê devokê de tÊ xebitandin). Herwiha heman peyv bi awayê be kar hênan yan be kar birdin (bi kar birin) di soranî de jî peyda dibe. Di farisî de jî be kar burden heye.. jê: bikarîner, bikarînerî
ji aliyê ve di 2015-01-02 17:44 de ji kurmanci hat wergerandin li kurmanci